TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Erdogan: Metirsiya şer berfireh dibe

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 nîsan 2026 18:38
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê metirsiya belavbûna şer li herêmê hişyarî da û ragihand ku welatê wî hemû hewlên xwe dide da ku ji agirê van nakokiyan dûr bikeve.

RûpelNews - Roja Çarşemê 1ê Nîsana 2026an, di demekê de ku şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de derbasî meha xwe ya duyemîn bûye, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de li Parlamentoya Tirkiyê got: “Em li ber metirsiyeke rastîn a dirêjbûn û berfirehbûna şer de ne.”

Serokomarê Tirkiyeyê tekez kir ku di vê demê de karê sereke yê hikûmeta wî ew e ku Tirkiye bi kêmtirîn ziyan ji vê qonaxê derbas bibe û got: “Em rijd in ku welatê xwe ji agirê wî şerê ku li herêmê derketiye, dûr bixin.”

Erdogan her wiha destnîşan kir ku Enqereyê hewlên xwe yên dîplomatîk çir kirine da ku rê li ber gurbûna zêdetir a aloziyên li Rojhilata Navîn bigire. Wî got: “Em bi Îran, Amerîka û welatên din ên herêmê re di pêwendiyeke berdewam de ne, bi armanca rêgirtin li guhertina van aloziyan bo rûbirûbûneke serbazî ya giştgir.”

Di dawiya axaftina xwe de, Erdoxan hêviya xwe anî zimên ku hîn derfet ji bo vejandina riya dîplomatîk û vegera ser mîza guftûgoyê maye, da ku herêm ji karesateke mezintir were parastin.

Parve bike: