TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Erdogan: Hevdîtinên ji bo xebatên yasayî li ser proseyê dê bên kirin

Ercan Dağ
Edîtor
📅 19 adar 2026 13:05
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî. Erdogan li ser destpêkirina xebatên yasayî helwesteke erênî nîşan da û got, "Ez bawer dikim ku hevdîtin û nîqaşên li ser aliyên yasayî yên pêvajoyê di serdema pêş de di Parlamentoyê de bi aqilê selîm wê werin kirin."

RûpelNews - Serokkomar Erdoğan bi helkefta Cejna Remezanê peyameke vîdyoyî belav kir û di peyama xwe de qala proseya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hate detspêkirin kir.

Xalên sereke yên ji gotinên Erdoğan wiha ne:

"Derbarê aliyên yasayî yên pêvajoyê de dê nêrînên hiqûqî bên wergirtin"

Rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve bi piştgiriya hemû komên partiyên siyasî hatiye pejirandin, nexşerêyeke berfireh diyar dike. Ez bawer im ku nîqaşên derbarê aliyên yasayî yên pêvajoyê de dê di serdema pêş de di bin çavdêriya Meclîsa me ya Mezin a Neteweyî de bi aqilane werin meşandin. Her wiha, gavên ber bi hilweşandina rêxistinê ve jî dê bêyî derengî werin avêtin. Armanca me ew e ku em mîsoger bikin ku ev hewldana hêja, ya ku me di dema li ber çav girtina senaryoyên xwînî yên li ser herêma me tên plankirin bê qeza û bê bela bigihîje armanca xwe.

“Di vê projeye de me gelek qonaxên krîtîk bi serkeftî derbas kirin”

Di pêvajoya me ya 'Tirkiyeyeke Bê Teror' de, ya ku me 17 meh berê da destpêkirin û girîngiya wê ya stratejîk niha baştir tê fêmkirin, me gelek qonaxên krîtîk bi serkeftî derbas kirin. Saziyên dewletê yên têkildar erkên xwe bi baldariyeke mezin bi cih tînin da ku nebin sedema ti binpêkirineke ewlehiyê û pêvajo were sabotekirin. Bi çareserkirina pirsgirêka li bakurê Sûriyê bi rêya lihevkirineke bi danûstandin, hem fikarên me yên ewlehiyê sivik bûn û hem jî yekgirtina axa Sûriyê hate parastin.

Parve bike: