TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

CHP û DEM bo çareseriya pirsa Kurd banga xebatên yasayî kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 nîsan 2026 17:53
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel serdana DEM Parti kir û der barê proseya aştiyê de got: “Divê gavên yasayî bên avêtin.” Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî diyar kir divê yasa di çarçoveya herî berfireh de bibe.

RûpelNews - Serokê CHPê Ozgur Ozel îro serdana navenda Partiya DEM'ê kir. Hevdîtina Ozel û Hevserokên Partiya DEM'ê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan  nêzîkî du saetan dom kir.

Piştî hevdîtinê, Hevseroka HDPê Tulay Hatimogullari û Serokê CHPê Ozgur Ozel civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Lîderê CHPê Ozel qala proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir û ji bo vê mijarê daxwaza xebatên yasayî kir.

“Gavên yasayî bên avêtin”

Ozel bal kişand ser Xalên 6 û 7an ên rapora komîteya Parlamentoya Tirkiyeyê û got: "Di raporê de Xalên 6 û 7an hene. Ev xal hem dawîanîna lezgîn a terorê û hem jî avêtina gavên demokratîk dixwazin. Pêwîst e sîstema qeyyûmê bi dawî bibe, lê di vî warî de ti gav nayên avêtin. Me got ku partiyên siyasî, bi pêşengiya Serokê Parlamentoyê, erkekî wan heye ku di vî mijarê de tevbigerin."

“Dive qeyyûm bên rakirin”

Hevseroka DEM Partiye Tulay Hatimogullari jî got: "Operasyonên sîstematîk ên li dijî şaredariyên CHP'ê ne yasayî lê siyasî ne.Wekî ku me gelek caran dubare kiriye, divê karbidestên hilbijartî bêyî girtîbûn bêne darizandin. Û îro, divê hemû şaredarên hilbijartî yên girtî ne divê bêne berdan. Divê rêveberên tayînkirî yanê qeyyum bêne rakirin, û hevşaredar û şaredarên hilbijartî divê bi lezgînî vegerin ser karên xwe.

Hatimoğulları her wiha tekezî li ser pêwîstiya derxistina 'qanûneke çarçoveyî' ya li ser pirsa Kurdî kir, û got: "Pêwîst e ev yasaya bê dêrxistin di çarçoveya herî berfireh de bibe.”

 

 

Parve bike: