Cîhan
Erdheja li Venezuela: 2 hezar û 295 mirî, 68 hezar kes wenda
Li Venezuelayê ji ber du erdhejên mezin 2 hezar û 295 kes jiyana xwe ji dest dan. 68 hezar kes jî wenda ne. Li seranserê welêt ji bo heft rojan şîna neteweyî hat ragihandin.
Wêne: AA
RûpelNews - Hejmara miriyên di erdhejên li Venezuelayê de ku di 24ê Hezîranê de rû dan her diçe zêdetir dibe.
Li welêt ku du caran ku pîvana wan wek 7.2 û 7.5 hat tomarkirin erd hejiya hejmara miriyan gihişt 2 hezar û 295 kesan. Ji ber zirara giran a ku ji erdhejê çêbû, hikûmetê heta hefteyekê şîna neteweyî ragihand ku tê de li seranserê welêt ala welêt bi awayeke nîv-stûn tên daxistin.
68 hezar kes wenda ne
Li gor tespîtên Neteweyên Yekbûyî zirara ji ber erdhejê 6,7 milyar dolar e. Hat ragiahndin 68 hezar kes hêj wenda ne. Ji bo dîtina wan xebata tîmên rizgarkirinê berdewam e.