TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

ENKS: Êrîşên li ser kurdan ji bo pêkvejiyanê gef in

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 22 adar 2026 10:44
Li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê, kurdên ku ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriyan rastî êrişên hin komên ereban hatin. Di êrîşan de li dijî Ala Kurdistanê bêrêzî hat kirin. Ev êrîş û dîmen ji aliyê raya giştî ya kurd ve rastî bertekan hatin. Ji aliyê din ve ENKSê, ji bo ku bûyer dubare nebin banga tedbîrên lezgîn kir.

RûpelNews - Di daxuyanîyeke ku roja Şemiyê, 21ê Adara 2026an hat weşandin de, Encûmenê destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal, wekî beşek ji çalakîyên hevpar ên ku ji aliyê Wezareta Çandê ya Sûriyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve li Şamê hatine organîzekirin, xwedî girîngiyeke taybet bûn. Her wiha behsa pîrozbahiyên ku li Helebê bi koordînasyona Wîlayeta Helebê hatine lidarxistin jî kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku hevdîtina li Qesra Serokatiyê di navbera Serokomarê Sûriyê Ehmed Şeraa û çend nûnerên neteweyî yên kurd de, ji bo paşeroja welêt nîşaneke hêvîdar bû.
Lê belê, nûçe nîşan didin ku li hin herêman bûyerên neyînî qewimîne.

Di nav van de daxistina ala Sûriyê di dema pîrozbahiyekê de li Kobanî û heqaretên li dijî ala Kurdistanê û sembolên wê; êrîşên li ser kurdên ku Cejna Newrozê pîroz dikirin; êrîşek li ser avahiya Ewlehiya Giştî ya li Qamişloyê; û kampanyayên provokasyonê yên li ser medyaya civakî yên bi mebesta afirandina atmosfereke neyînî hebûn. Encûmenê ev kiryar wekî gefek li ser prensîbên pêkvejiyanê bi nav kir.
Encûmenê bang li rayedaran kir ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku pêşî li dubarebûna bûyerên wiha bigirin.

 

 

 

Parve bike: