TR KU AR
FB X IG
Cîhan

ENKS: Bila Serok Barzanî jî dema îmzekirina rêkeftina bi PYD re amade be

📅 04 sibat 2020 15:41

PeyamaKurd - Serokê nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî ragihand, heger wan û PYDê li hev kir bila rêkeftin bi amadebûna Serok Barzanî were îmzekirin.

Mîranî bibîr xist ku ENKSê biryar daye dîsa ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke û got, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî soz daye me baregehên me biparêze.

Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê ENKSê herwiha anî ziman ku heger wan û PYDê li hev kir, bila di dema îmzekirina rêkeftinê de Serok Barzanî, nûnerên Amerîka û NY jî amade bibin.

Parve bike: