TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Encûmena Wezîran îro çaksaziyê û cîbicîkirina madeya 140î guftûgo dike

📅 07 tebax 2019 10:09

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro babeta çaksaziyê û bicihkirina madeya 140î  ya destûra Iraqê guftûgo dike.

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêş nîvro dicive. Li gor zanyariyên berdest tewerên civîna îro ji guftûgokirina rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140î dibin, bi taybet ku piştî Dadgeha Federalî red kir ku ew made ji kar ketibe.

Her wiha di civînê de çend mijarên din tên behskirin, ji wan jî babeta çaksaziyê ye, li gor ku di hêlên giştî yên karnameya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye.

Parve bike: