TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Encama dîrokî ji Amedsporê: Tola 4-1ê, 6-1

Emin Aba
Koordînator
📅 05 nîsan 2026 21:03
Amedspor, ku niha ji bo pileya yekem a Lîga 1 a Trendyolê têdikoşe, li ber çavên alîgirên xwe yên malê bi rastî baranê golan li hember Bolusporê barand.

RûpelNews - Di maça ku li Stadyuma Diyarbekirê hat lîstin de, tîma malxwê bi performansa xwe ya serdest, tu derfetek neda reqîbê xwe.

Maça yekem li Boluyê: 4-1

Bi biryardariya tolhildana têkçûna 4-1 a ku di nîvê yekem ê sezonê de li Boluyê jiyabû, Amedsporê li ber çavên alîgirên xwe serkeftineke dîrokî bi dest xist. Tîma kesk û sor di 90 deqeyan de şeş gol tomar kirin, bi vê yekê hem pêşveçûna xwe ya ber bi lîsteya serî ve domandin û hem jî êşa maça yekem bi awayekî berbiçav telafî kirin.

Amedsporê bi saya piştgiriya bêhempa ya alîgirên xwe, di pêşbirka xwe ya li hember Bolusporê de serkeftineke dîrokî bi dest xist. Ji fîkeke yekem a lîstikê ve, tîma kesk-û-sor li nîvê qada tîma hember serdest bû, û bi gihandina encamê bo 6-1, nîşan da ku ew tîmeke bihêz in.

Di nîveka nekem de barana golan

Amedsporê maç bi lezeke pir bilind dest pê kir û di deqîqeya 6an de gihîşt gola ku lê digeriya. Mehmet Yeşil, ku piştî asîsteke xweş ji F. Hasani gol avêt, tîma xwe 1-0 xist pêş. Di demên dawî yên nîveka yekem de, bi zexta zêdetir, Amedspor di deqîqeya 38an de bi rêya Diagne, yê ku pasek ji Moreno wergirt, ferqa xwe du qat kir. Tenê sê deqîqe şûnde, di deqîqeya 41an de, Celal Hanalp bi asîstek ji Cem Üstündağ encam kir 3-0, û bi vî awayî encama nîveka yekem misoger kir.

Dia Saba di nîva duyemîn de xwe nîşan da

Amedspor di nîva duyemîn de jî ti nîşanên sistbûnê nîşan neda, û di deqîqeya 56an de, Diagne ji fersendeke ku ji aliyê Dia Saba ve hatibû amadekirin, gola xwe ya duyemîn û gola çaremîn a tîmê tomar kir, û bi vî awayî tîm bi temamî kete serdest. Gava ku berevaniya Bolusporê hilweşiya, Moreno di deqîqeya 67an de gol avêt, dîsa ji asîsteke Dia Saba: 5-0.

Stêrka maçê, Dia Saba, performansa xwe ya bi du asîstan di deqeya 71'an de bi golek şêk temam kir û encam kir 6-0.

Golên Maçê:

6' Mehmet Yeşil (Asîst: F. Hasani)

38' Diagne (Asîst: Moreno)

41' Celal Hanalp (Asîst: Cem Üstündağ)

56' Diagne (Asîst: Dia Saba)

67' Moreno (Asîst: Dia Saba)

71' Dia Saba

90' Arda Usluoğlu 

Tîma mêvan, Boluspor, gola xwe ya tekane di deqîqeya 90an de bi rêya Arda Usluoğlu tomar kir.

 


 

Parve bike: