Ebadî: “Min negot em ê pabendê zextên li ser Îranê bin”
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku wî negotiye ew dê pabendê zextên Amerîkayê yên li ser Îranê bin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî civîna Encûmena Wezîran civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Ebadî derbarê daxuyaniya xwe ya heftiya borî ya li ser mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Îranê axivî û got: “Xalekî cewherî heye. Min negotiye em ê pabendê wan zextan bin. Min got erê pabend dibin lê bi çi ve pabend dibin? Bi veguhestina dolar ve pabend dibin. Bankeyên Îranê bixwe pabendê vê yekê ne ku kar bi dolar nekin. Hûn jî dizanin dolar bi rêya Banka Federal a Amerîkayê dibe, lewma dikarin ceza bidin. Ev ne cezayeke navdewletî ye yê Amerîkayê ye lê dolar dolarê wan e.”
Heyder Ebadî anî ziman ku ew ên bixwazin bi rêyên qaçax kar bi dolar bikin dibe werin cezakirin û diyar kir: “Çavê me li berjewendiyên welat e. Bi qaçax birina pere zirarê dide aboriya Iraqê û kes vê naxwaze. Em di rêyekê re diçin ku qet li hember Komara Îslamî ya Îranê ne bêrêzî ye.”
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku naxwazin peywendiyên Iraq û Îranê têk biçin û wiha pêdaçû:
“Sisyaseta me ya ji bo cîranan vebûn e û em dixwazin hemû nakokiyên me bi dawî bibin. Ev stratejiya me ye. Misogerkirina berjwendiyên Iraq û gelê Iraqê di aştiya li gel cîranan de ye. Pêwîste berjewendiyên me yên hevbeş hebin. Nabe em karekî bikin ku ziyanê bigihîne me û sûdê nede yê hemberî me jî.”