DYAyê hişyarî da: Demildest ji Iraqê derkevin!
RûpelNews - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê rewşa ewlehiyê ya li Iraqê de hişyariyeke nû weşand û careke din şîret li welatiyên xwe kir ku neçin wî welatî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend qada hewayî ya Iraqê ji nû ve vebûbe û hejmareke sînordar a geştên bazirganî jinûve dest pê kiribe jî, rîskên ewlehiyê yên cidî li welêt hîn jî berdewam dikin. Bi taybetî, hat ragihandin ku metirsiya ji roket, dron û mûşekan li asîman berdewam dike.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Neçin Iraqê. Heger hûn niha li Iraqê ne, demildest ji welêt derkevin."
Di heman demê de, hat ragihandin ku mîsyona dîplomatîk a DYAyê li Iraqê, tevî biryara valakirinê ya mecbûrî, operasyonên xwe yên sînordar didomîne û piştgiriyê dide welatiyên amerîkî yên li welêt.
Lêbelê, ji ber rîskên ewlehiyê, welatî hatin hişyarkirin ku serdana Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê an jî Konsulxaneya Giştî ya DYAyê ya li Hewlêrê nekin.