DILKURDê di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de peyam belav kir
RûpelNews - Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya ragihandina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Bangladeşê bi têkoşîna mafê zimanê dayikê re dest pê kir û bi taybetî armanca wê ew bû ku bîra tevgera zimanê bengalî were zindî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanên dayikê tenê amûra ragihandinê nînin; ew bîra gel, çand, wêje û berhevokên civakî ne. Hate te’kîdkirin ku zindîbûna zimanekê tê wateya zindîbûna mîrasa wê ya dîrokî û çandî jî ye.
DILKURD diyar kir ku kurdî bi hemû zarava û cihêrengiya xwe re nirxek mîrasa çandî ye, û destnîşan kir ku divê pirsgirêka zimanê bi perspektîfeke hevgirtî, yekgirtî û çandî were nirxandin.
Hate diyarkirin ku girtina zimanên dayikê di bin temînata destûrî û qanûnî de, teşwîqkirina pirzimanî û piştgirîkirina xebatên çandî dikare di civakên demokratîk de cihêrengiya çandî xurtir bike.
DİLKURD bi helkefta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bang li derdorên akademîk, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çandî û hemû civakê kir ku xwedî li zimanê dayikê derkevin, cihêrengiya zimanî biparêzin û piştgiriyê bidin xebatên ku pirzimanî derdixe pêş.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Parastina zimanê dayikê tenê ne parastina civakeke taybet e; ew parastina mîrata çandî ya hevpar a mirovahiyê ye.”