Di Tebaxê de Cizîr ji Germa şewitî, Erdexan ji serma qerisî
RûpelNews - Li gorî daneyan li navçeya Cizîr a Şirnexê pileya germahiyê di Tebaxê de kêmzêde 46,7 bû. Di heman demê de li bajara Erdexanê jî di Tebaxê de pileya germahiya herî nizm wek 4,5 pile hat tomarkirin.
Di 56 salên dawî de Tebaxa 16emîn a herî germ
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, pileya navîn a Tebaxê, ku di heyama 1991–2020an de 25.1 pile bû, meha borî derket 25.7 pileyê. Bi vî awayî Tebax bû 16emîn Tebaxa herî germ a di 56 salên dawî de.
Germahî li ser navînîyên demsalî bûn, bi taybetî li Ege, Deryaya Spî, Anatoliyaya Rojhilat û herêma Şirnexê.
Li Anatoliyaya başûrrojhilat, germahiya herî bilind li Cizîrê bi 46.7 pileyî hate tomarkirin, germahiya herî nizm li Anatoliyaya Rojhilat li Erdexenê 4.5 pile bû. Li Anatoliyaya Navîn, germahî bi giştî li dora navînîyên demsalî man.