Sîpor
Di pîrozbahiyên Kûpaya Cîhanê de 3 kesên bîhna wan çikiyan mirin
Li Mexico City a paytexta Meksîkayê, dema pîrozbahiyên Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê 3 kesin bîhna wan çikiyan jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li Mexico City piştî serkeftina Meksîkayê ya bi encama 2-0 li hemberî tîma neteweyî ya Ekvadorê, pîrozbahî hatin lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyeke rayedarên bajêr, zêdetirî milyonek kes ji bo pîrozbahiyan derketin kolanan.
Di dema pîrozbahiyan de, du jinên 19 û 48 salî û zilamekî 44 salî ji ber ku bîhna wan çikiyan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyeke nivîskî de Şaredara Bajarê Meksîkoyê Clara Brugada bang li alîgiran kir ku di dema pîrozbahiyan de "bi berpirsiyarî, hişyarî û hevxemiyê" tevbigerin. (Çavkanî: BBC)