TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Di navbera Sûriye û Îsraîlê de guftûgoyên krîtîk 

📅 24 tebax 2026 10:45
Şandeyên Sûriye û Îsraîlê di bin navbeynkariya Dewletên Yekbûyîn yên Amerîkayê (DYA) de û bi mêvandariya Urdunê guftûgoyên ewlehiyê li dar xistin. Guftûgo li ser kêmkirina aloziyan û rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê sekinîn.

RûpelNews - Şandeyeke payebilind bi pêşengiya Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî, bi şandeya Îsraîlê re civiya. Di şandeya Sûriyê de herwiha serokên Îstixbarata

Giştî û Îstixbarata Leşkerî jî hebûn.

Çavkaniyeke dîplomatîk a ku ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA re axivî, diyar kir ku di civînê de mekanîzmayên ji bo rawestandina êrîş, girtin û armancgirtinên dawî yên Îsraîlê hatine gotûbêjkirin.

Daxuyaniyên Şamê

Aliyê Sûrî tekez kir ku Suriyê, wek dewleteke serwer, xwedî maf e ku artêşa xwe ya neteweyî ji nû ve ava bike û hevbendiyên xwe diyar bike.

Şamê her wiha dubare kir ku Golan axa Sûriyê ye, û daxwaz kir ku hêzên Îsraîlê paşde vekişin xetên berî 8ê Kanûna 2024an û Peymana Veqetandina Hêzan a 1974an were vegerandin.

Di civînê de her wiha behsa aramîya Sûriyê, ewlehîya herêmî û misogerkirina wê yekê hat kirin ku alozîyên di navbera Tirkîye û Îsraîlê de li Sûriyê belav nebin.

Hat ragihandin ku aliyan bal kişandine ser gavên berbiçav ji bo kêmkirina aloziyan û ji nû ve destpêkirina pêvajoya danûstandinan.

Parve bike: