Jiyan
Di lûleya xaza Ûkraynayê de teqîn çêbû
PeyamaKurd – Li dewleta Ûkraynayê li bajarê Poltovayê di lûle ya xazê ya bi navê Urengoy-Pamar-Ujgorod de teqînekî mezin çêbû. Bi sedema teqînê gelek xaniyên deverê hatin valakirin.
Sedema teqînê heya niha nayê zanîn û li ser teqînê xaza deverê hat birîn. Rêvebirê Polîsê bajarê Poltovayê weha ragihand:
“Hat ragihandin ku li deverê teqîn çêbû. Yekîneyên polîs û xebatkarên xizmeta lezgîn dest bi lêpirsîna bûyerê kirin. Em niha ew çend dizanin.”
Heya niha mirin an birîndarî çêbûye an na, nayê zanîn.