Di lêpirsîna Gulistan Doku de yekem girtin
RûpelNews - Bi girtina yekem a di lêpirsîna li ser Gulistan Doku ya ku şeş sal in winda ye, di pêvajoyê de qonaxeke krîtîk hatiye derbaskirin. Di vê çarçoveyê de, polîsê berê Gokhan Ertok, ku hatibû desteserkirin, hate girtin.
Gokhan Ertok, polîsê berê û yek ji çar gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna li ser windabûna xwendekara Zanîngeha Munzûrê, Gulistan Doku de, li Enqerê hatibûn binçavkirin, vê sibehê piştî prosedurên li Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Dersimê, bo dadgehê hate anîn. Piştî ku ji aliyê dozgerê giştî ve hate pirsîn, ew bi daxwaza girtinê ji bo dadgeha sulhê hate şandin.
Ertok piştî lêpirsîna li wir hate girtin û şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku lêpirsîna bi gumanbarên din ên di vê lêpirsînê de hatine binçavkirin hîn jî berdewam e.