TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Di lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de gumanbarê 13emîn jî hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 nîsan 2026 10:38
Hate ragihandin ku Ferhat Guven ku gumanbarê 13emîn ê di çarçoveya lêpirsîna li ser wendabûna Gulistan Doku de dihat lêgerîn, hat binçavkirin.

RûpelNews - Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê ya derbarê bûyera wendabûna Gulîstan Doku de berdewam dike. 12 kes li hef bajaran hatibûn binçavkirin û ji bo lêpirsînê biribûn Dêrsimê. Di çarçoveya lêprisînê de gumanbarê 13emîn Ferhat Guven jî hat binçavkirin.

Banga malbata Gulistan Dokuyê

Malbata Gulistan Doku bi rêya platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek da ûdiyar kir ku ew li derveyî dadgehê ne û bang li gel kir ku hevgirtinê nîşan bidin.
Di daxuyaniya xwe de, malbatê girîngiya gavên ku wekî beşek ji lêpirsîna berdewam hatine avêtin tekez kir, di heman demê de li ser pêvajoyê rexneyên xwe li ser parêzgerê wê demê Tuncay Sonel, anîn ziman. Kurê parêzgerê wê demê jî wekî gumanbar hatiye binçavkirin. Malbatê bang li rayedaran kir û daxwaza darizandina adilane bê kirin.

Peyama malbata Gulistan Dokuyê

Di parvekirinên xwe yên li ser platforma Xê de, malbatê wiha ev peyam da: "Wek malbat, em li derveyî dadgehê ne; em bang li hemû jinên xwe dikin ku bi me re hevgirtinê nîşan bidin; Gulistan di tariyê de li benda me ye. Wezîrê Hêja, @mustafaciftcitr, Wezîrê me yê Dadê @abakingurlek gaveke mezin ber bi dadmendiyê ve avêt; ev gaveke pir biqîmet e, lê divê hûn parêzgarê berê, Tuncay Sonel, ji kar jî dûr bixin. Em li benda vê gava we ya biqîmet in; ev heft sal in em diêşin."

Parve bike: