Di banga Newrozê ya PDK-Î de 'bang li gelan û xortan'
Di peyamê de hate gotin ku her çend Newroz ji bo gelek gelan nûbûna xwezayê be jî, ji bo gelê Kurd manaya "rabûn û serehildana li dijî stemkariyê" ye. PDK-Î destnîşan kir ku sala 2026an ne tenê guhertineke asayî ye, lê belê encama krîzên kûr ên rejîmekê ye ku êdî nikare bersiva tu daxwazên mirovî û siyasî bide.
Şerê 12 rojan û hilweşîna aborî
PDKÎ bal kişand ser bandorên "Şerê 12 Rojan" ê dawî û encamên wê wiha rêz kirin:
Lawaziya Berevaniyê: Şer nîşanî cîhanê da ku sîstema leşkerî ya rejîmê çiqasî qels e.
Têkçûna binesaziyê: Lêdanên li ser navendên enerjî û leşkerî, aboriya nîvcanî ya Îranê felç kir.
Talankirina samanê neteweyî: Rejîmê samanê gel ji bo komên terorîst û "hinardekirina şoreşê" xerc kir û di encamê de dravê Îranê bi temamî bêqîmet bû û jiyana xelkê ket bin şokê.
"Kuştina Xamineyî herifîna projeya Wehmê ye"
Yek ji xalên herî girîng ên peyamê, mirina serokê olî Elî Xamineyî bû. Di peyamê de hate gotin: "Kuştina Elî Xamineyî tenê mirina dîktatorekî nîn e; herifîna projeyeke siyasî û îdeolojîk e ku li ser bingeha wehm, stemkarî û wêrankariyê hatibû avakirin."
Her wiha biryarên wekî naskirina Pasdaran wekî "rêxistina terorîst" ji aliyê Ewropayê ve, wekî lêdana li şadêmarên dîplomasiya rejîmê hate pênasekirin.
Projeya PDKÎ: Îraneke sekuler, demokratîk û federal
PDKÎ destnîşan kir ku platforma hevpeymaniya partiyên Kurdistanî ne tenê rêkeftineke hîzbî ye, lê belê "neqşerêyeke neteweyî" ye. Hate gotin ku bîranîna sedsalekî ya îhmalkirin û înkarkirinê tenê bi pergaleke federal û demokratîk dikare bi dawî bibe û vegera ber bi navendgeriyê (merkeziyet) tenê dubarekirina şikestinê ye.
Banga ji bo jin, ciwan û gelên bindest
Di dawiya peyamê de PDK-Î bang li gelê Kurd û hemû neteweyên bindest kir ku bi yekrêzî li qadan bin û paşmayiyên rejîmê têk bibin. Ji jinên pêşeng û ciwanên çawnatirs hate xwestin ku bi hişyarî ewlehiya navxweyî û destkeftên vê qonaxê biparêzin. Ev sal wekî "Newroza 1405/2026 ya Rizgariyê" hate binavkirin.