TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Di balafirê de heneka "bombe heye" kir 4 sal cezayê hepsê xwar

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 15:49
Rêwiyekî ku di balafirê de bi gotina "xwekuj" ji birayê xwe re henek kiribû, ji ber sûcê "astengkirina rabûna balafirê" bi çar sal û du mehên zîndanê hate cezakirin.

RûpelNews - Rêwiyekî ku di balafirê de heneka “di balafirê de bombe heye” kiribû 4 sal û 2 meh cizaya hepsê xwar.

Li balafira ku dema ji Stenbolê ber bi Rihayê ve bi rê ketiba rêwiyek ji ber heneka kir hat dadgehkirin.

Dadgehê, bersûc yê ku bi kirina vê pêkenokê bûbû sedema rawestandina seferê, bi 4 sal û 2 mehan zîndanê mehkûm kir.

Di 9ê Sibata 2026an de, di balafira sefer Stenbol-Riha dikir de ji du xwişkan yekê ji bo xwişka xwe got: "Ew êrîşkara xwekuj e, li ser wê bombe heye, neşelin bikeve balafirê."

Li ser vê gotinê peywîrdar seferê dan rawestandin, hemû rêwî ji balafirê hatin derxistin, li balafira hatin valakirin lêgerîn hat kirin. Lê bombeyek an tiştekî zarar bide rêwiyan necat dîtin. Gelek rêwî ji ber rawestandina sefer mexdûr bûn.

2 xwişk hatin desteserkirin û gotin, “Me xwest em henekê bikin” paşê ew her du kes bi şerta adlî hatin berdan.

Dozger lêpîrsîn da destpêkirin û bi 4 sal û 2 meh cezakirina zindanê bo xwişka ku heneka “bombe” kiribû xwest. Eger dadgeha îstînafê daxwaza dozger bipejirîne ew kes dê bikeve zindanê.

 

Parve bike: