Gilî hat kirin: Di balafirê de bombe heye
PeyamaKurd- Balafira xwe amade dikir da ji balafirxaneya Hollandayê ya bi navê Eindhovenê biçûya Îskoçyayê balafirgeha Edinburgê, bi sedema ku gilî hat kirin di balafirê de bomba heye, rêwiyên balafirê ji balafirê hatin derxistin û ev bûyer bû sedema ku di seferan de kêmasî çêbibin.
Polîs-leşkerên Qraliyetê ragihand ku di balafirê de nameyeka tehdîdê hatiye dîtin û li ser nameyê rêwiyên balafirê hatine peyakirin û seyên polîsan di balafirê de lêgerînê kirine.
Di beyanê de hat ragihandin ku di balafirê de tişteka talûke nehatiye dîtin û sehayên ku hatine dorpêçkirin wê car din bikeve xizmeta xelkê.
Li gor çapemeniya Hollandayê; piştî îxbarê rabûna balafiran hat qedexekirin, balafirên ku danîn, nehiştin nêzî ciyên ketina hundir bibin û rêwî di balafiran de gelek man.
Balafirên ku do bi şev, siet di 23.00an de dê rabûna, bi sedema qedexekirinê man serê sibê.