Di 2025an de 129 rojnamevan hatin kûştin
RûpelNews - Li gorî raporê, li seranserê cîhanê 129 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan, 330 rojnamevan jî hatin girtin. Li gorî raporê, tundûtûjiya li dijî rojnamevanan berdewam dike. Herî zêde li asyayê kûtina rojnamevan hat tomarkirin. Tenê li Rojhilata Naverast 94 rojnameger di şer û aloziyan de canê xwe ji dest dan. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku, li Afrîkayê 11, li Amerîkaya Bakûr 9 û li Amerîkaya Başûr 4 xebatkarên medyayê hatin kuştin.
135 rojnamevan winda ne
Li gorî nûçeya Rudawê, Rêveberê Giştî yê RSFê Thibaut Bruttîn, rojnamevan ne bi tesadufê, lê bi awayekî zanistî tên armanc kirin û zêdebûna kuştinan pirsgirêka bêcezayîtiyê nîşan dide. RSF diyar kir ku di sala 2025’an de 135 rojnamevan winda ne û 20 jî hîn êxsîr in.
Di 2024’an de 126 rojnamevan hatibûn kuştin
Li gorî daneyên CPJ’ê, hejmara rojnamevanên ku di 2024an de hatibûn kuştin 126 bû, ev hejmar di 2025’an de gihîşt 129an. Her çend hejmara rojnamevanên girtî ji 384an daketib 330an jî, rêxistinên navneteweyî yên çapemeniyê hişyarî dan ku zext û tundûtûjiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe.