TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Di 2 rojan de 100 hezar kes ji Tehranê derket

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 adar 2026 15:50
Kolanên Tehran a paytexta Îranê, ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê vala bûne. Tê ragihandin ku bi deh hezaran kes ji Tehranê derketine û berê xwe dane parêzgehên li bakurê welêt.

RûpelNews - Li Tehranê piraniya dikanan girtî ne û kolan hema hema vala ne. Li ser rêyan trafîk ji ya asayî pir kêmtir e.

Bi deh hezaran kes ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê ji Tehranê derketine. Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan ragihand ku di du rojên piştî êrîşan de 100 hezar kes ji Tehranê derketine.

Her roj du hezar otomobîl ji bajêr derdikevin

Li gorî agahiyên polîsê trafîkê, hejmara otomobîlên ku rojane ji Tehranê derdikevin di navbera hezar û du hezaran de ye. Li kolanên vala yên Tehranê, wêneyên Ayetullah Elî Xameneyî, yê ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin, balê dikişînin.

Êrîşên ku ji 28ê Sibatê ve li Tehranê tên kirin, li gelek deverên bajêr wêrankariyeke mezin çêkirine. Yek ji cihên ku di êrîşan de wêran bûyî Cadeya Tirkmenistanê bû, ku Navenda Polîsê Dîplomatîk lê ye.

Li ser vê cadeyê gelek kargeh, mal û wargehên xwendekaran zirar dîtin. Navenda Polîsê Dîplomatîk bi temamî hat wêrankirin.

"Her roj wek mehekê derbas dibe"

Niştecîhekî bajêr, ku êrîşa hewayî ya herî dawî tevahiya mala wî hejandiye, got, "Her roj wek mehekê derbas dibe. Hejmara êrîşan pir zêde ye."

Herwiha got, êrişa hewayî ya herî dawî tevahiya mala wî hejand, diyar kir ku ji bo pêşî li şikestina caman bigire, neçar maye pencereyên xwe vekirî bihêle.

Jiyana rojane sekinî ye

Piraniya mirovan, ji ber tirsa ewlehiya xwe, li malên xwe dimînin û tenê ji bo pêdiviyên sereke derdikevin derve.

Xelk dibêjin bihayên xurekên bingehîn ên wekî hêg û kartolan gelek buha bûne, ji bo kirîna benzîn û nanî xelk dikevin rêzên dirêj.

Kesekî din ê ku li paytextê dijî ji BBCyê re got ku her çend market û nanpêjxane vekirî bûn jî, piraniya dikanan girtî bûn û hin ATMyan kar nedikirin.

Qutbûna înternetê wek pirsgirêkeke mezin e

Rêxistina çavdêriya înternetê NetBlocksê li ser platforma Xê ragihand: "Qutbûna înternetê li Îranê niha ji 120 saetan derbas bûye û girêdan hîn jî li dora ji sedî 1ê asta normal digere."

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku şîrketên telekomunîkasyonê gefên tedbîrên yasayî li ser bikarhênerên ku hewl didin xwe bigihînin înterneta cîhanî dixwin.

Parve bike: