Deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Iraqê de piştî 13 salan vebû
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikên Sûriyê ve hat weşandin, hat ragihandin ku Deriyê Sînorî ya Yarubiye-Rebîa bi awayekî fermî jinûve hatiye vekirin.
Di merasîma vekirinê de şandeyeke Sûriyê beşdar bû ku tê de ev kes hebûn: Serokê Rêveberiya Giştî ya Derbasgehên Sînorî û Gumrikê Quteybe Bedevî, nûnerê Serokomariyê General Ziyad el-Eyş, Fermandarê Ewlekariya Navxweyî li Hesekê Mervan el-Elî û nûnerên saziyên pêwendîdar. Ji aliyê Iraqê ve şandeyek bi serokatiya Serokê Desteya Derbasgehên Sînorî Omer el-Weylî nûnertî kir.
Şanda iraqî li Deriyê Sînorî ya Yarubiye ya li Hesekê hat pêşwazîkirin
Di hevdîtinên ku ji aliyê şanda Iraqî ya bi pêşengiya Wailî ve bi karbidestên Sûriyê re hatin kirin de, mijarên "xurtkirina hevkariyê li derbasgehên sînorî, hêsankirina derbasbûnê û zêdekirina qebareya bazirganiyê" hatin gotûbêjkirin.
Piştî merasîmê, hat ragihandin ku derbasgeha sînorî ji nû ve hatiye vekirin û derbasbûnên dualî dest pê kirine.
Tê payîn ku vekirina derbasgeha sînorî ya ji nû ve, çalakiya aborî ya di navbera her du welatan de geş bike, pêwendiyan xurt bike û derbasbûna sivîl û bazirganî hêsan bike.
Deriyê Sînorî yê Yarubiye-Rebîa
Derbasgeha sînorî ya ku dikeve navbera bajarokê Yarubiye yê parêzgeha Hesekê ya Rojava û bajarê Rebîa yê parêzgeha Nînowa ya Iraqê, di sala 2013an de ketibû bin kontrola rêxistina terorî ya DAIŞê. Ber bi dawiya heman salê ve, Deriyê Sînorî ya Yarubiye-Rebîa dest guherand û YPGyê kontrola li ser tevahiya derî, tevî bajarokê Yarubiye, bi dest xist.
Derbasgeha sînorî li gorî peymaneke ku di 29ê Çileya 2026an de di navbera rejîma Şamê û HSDê de hatibû îmzekirin, ji hikûmeta Sûriyê re hat radestkirin, ku tê de yekbûna leşkerî û îdarî û herwiha radestkirina çavkaniyên petrolê û derbasgehên sînorî hatibû plankirin.
Deriyê Sînorî yê Yarubiye-Rebîa, piştî deriyê El-Bukemal–El-Qaîm a li Dêrezorê, bû duyemîn deriyê sînorî yê fermî ku Sûriye û Iraq bi hev ve girêdida.