Deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişlo ji nû ve vedibe
RûpelNews - Encûmena Karsaziyê ya Tirkiye-Sûriyeyê ya Encûmena Têkiliyên Aborî yên Derve bi mebesta pêşxistina têkiliyên bazirganiyê di navbera her du welatan de civînekê li dar xist.
Civîn, bi serokatiya Mahsum Altunkaya, Serokê Konseya Karsaziyê ya Tirkiye-Sûriyeyê ya DEİKê, bi beşdariya şêwirmendên bazirganiyê yên ji Dimeşq û Helebê hate lidarxistin û Deriyê Sînorî ya Nisêbîn û Qamişlo wekî mijara sereke ya civînê bû.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Sûriyê ve hatine dayîn, tê plankirin ku deriyê sînor di nav nêzîkî 3 mehan de vebe û dîsa dest bi xebatê bike.
Bi vekirina deriyê sînor dê rêyeke nû ya veguhestina bejayî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bikeve meriyetê. Tê payîn ku ev girêdan ku ji bo hinardekar û şîrketên barkêşiyê yên ku li Mêrdîn û parêzgehên derdorê dixebitin xwedî girîngiyeke taybet e, karên lojîstîkî û bazirganî ya di navbera her du welatan de zêde bike.