Der Spiegel: Kurdan dev ji xeyala vegerê bernedaye
PeyamaKurd - Kovara Der Spiegel Almanyayê li ser Efrînê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê de ye, analîzek weşand.
Kovarê di nûçe analîza xwe de kiryarên li Efrînê diqewimin bi bîr xist û got, “Li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî tê kirin.”
‘KURDAN DEV JI XEYALA VEGERA EFRÎNÊ BERNEDAYE’
Der Spiegelê li ser malpera xwe ya înternetê bûyerên salekê yên li Efrînê qewimîne weşand.
Peyamnêrê kovarê Christoph Sydow di nûçe analîza xwe de, bi bîr xist ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk piraniya şêniyên Kurd ên li Efrînê ji cih û warên xwe derketine, lê belê Kurdan dev ji xeyala vegera li bajarê xwe bernedaye.
‘ÊRÎŞA EFRÎNÊ JI BO BERFIREHKIRINA SÎNORÊN TIRKIYÊ BÛ’
McGurk di nivîsa xwe de gotibû, êrîşên li ser Efrînê ne ji ber fikarên Tirkiyê yên li ser ewlekariyê bûn, êrîş ji ber daxwaza Erdogan a ji bo berfirehkirina sînorê welatê xwe hate kirin.
Der Spiegelê jî nirxandina McGurk wiha şîrove kir:
“Ev gotinên McGurk demeke dirêj e ji aliyê Kurdan û komên mafên mirovan ên navneteweyî ve tên bilêvkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku tabloya li ser Efrînê ji aliyê Kurdan û komên mafên mirovan ve hatiye nîşandan, ji aliyê rêveberekî payebilind ê DYE’yê ve hatiye piştrastkirin.”
‘DEWLETA TIRK NAHÊLE ÇAVDÊRÊN SERBIXWE BIÇIN EFRÎNÊ’
Di berdewamê de hat bibîrxistin, dewleta Tirk nahêle çavdêrên serbixwe biçin Efrînê û li ser paqijiya etnîkî û çandî ya li herêmê agahî hate dayin ku saleke ji aliyê kesan ve tê ziman.
‘GORÊN ELEWÎ Û ÊZIDÎYAN HATIN HILWEŞANDIN’
Di nûçeyê de hate ragihandin, li gorî wêneyên ji peykê hatine kişandin, gorên Elewî û Êzidiyan ên berê li herêmê hebûn, hatine hilweşandin.
Kovarê destnîşan kir, paqijiya etnîkî û çandî bûye perçeyek ji jiyana rojane.
HISO: ‘EMÊ EFRÎNÊ LI YEKÎNEYÊN TIRKIYÊ BIKIN ÇIRAV’
Herwiha hate diyarkirin, navên tax-kolanên Efrînê bi Tirkî hatine guhertin, zimanê Kurdî yê li dibistanan demeke dirêj e hatiye rakirin, bi giranî bi Tirkî ders tên dayin û bi taybetî zexteke giran li jinan tê kirin.
Kovarê cih da gotinên Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso yên li ser hewlên bo azadiya Efrînê û bi zarê Eyşe Hiso got, “Êrîşên me beşek ji berxwedana me ye. Em ê Efrînê li yekîneyên Tirk bikin çirav.”