Kurdistan
DEM Partî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê belav kir
DEM Partî ragihand ku bi xemgîniyeke mezin bihîst Salih Muslim koça dawî kiriye û dê di bîra gelê Kurd de wekî şehîdê azadî û demokrasiyê bijî.
RûpelNews - Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê PYD, Salih Muslim, vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir. DEM Partî li ser hêsabê Xê de daxuyaniyeke sersaxî ji malbata wî û gelê kurd re xwest.
Mîrateya berxwedanê
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku mîrateya berxwedanê ya Salih Muslim dê bibe ronahî ji bo hemû kesên ku ji bo azadiya gelê kurd xebat dikin.
DEM Partî ragihand: “Salih Muslim dê di bîra gelan de, bi taybetî jî di bîra gelê kurd de, wekî şehîdê azadî û demokrasiyê her bijî.”
Peyama sersaxiyê
Di dawiya peyama xwe de, DEM Partî got:
“Oxir be hevalê hêja, bîranîna berxwedana te dê her û her rêya me ronî bike.”