DEM Partî: Em hevparê êşa 111 salî ya gelê ermenî ne
RûpelNews - Komîteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê derbarê bûyerên 24ê Nîsana 1915an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"111 sal ser jenosîda etnîkî, olî û çandî re derbas bûn ku di 24ê Nîsana 1915an de bi revandina zêdetirî dused rewşenbîrên ermenî ji malên wan û îdamkirina wan dest pê kir. Ev pêvajo, ku di 24ê Nîsanê de dest pê kir, bi sirgûnkirin û komkujiya bi sed hezaran ermeniyan berdewam kir. Divê rastiya gerdûnî ku ti nasnameyeke etnîkî, ziman, çand an jî bawerî li ser van axan ji ya din bilindtir nîne; ku hemû wekhev û azad in, bi awayekî civakî û siyasî were qebûlkirin û navxweyîkirin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "gelên din ên xiristiyan ên van herêman jî berdêlek mezin dan û di encama van polîtîka û kiryaran de hatin komkujîkirin" û wiha berdewam kir:
"Pêşxistina têkiliyên dîplomatîk, bazirganî, aborî û çandî bi Ermenistanê re, ku beşek ji herêma me ye, hem xizmetê dide pêdivî û berjewendiyên gelan û hem jî rêya avakirina aştiyê li herêma Kafkasê ye. Bi van hest û raman, wek gelên kevnar ên Anatolya û Mezopotamyayê, em careke din beşdarî 111 salên êş û şîna gelê ermenî û civakên din ên xiristiyan dibin; em careke din hemû gelê xwe yê ku di wê heyamê de hatine komkujîkirin, bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin. Em vê trajediya mezin a mirovahiyê di kûrahiya dilê xwe de hest dikin."