TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

TAYBET -Nizamettin Ariç: Hunermend an dibe dengê gelê xwe, an jî dibe hevparê sûcê bêdengiyê

Dilovan Ali
Edîtor
📅 31 adar 2026 14:53
Nizamettin Ariç yek ji wan hunermendên akademîk ên navdar e ku di warê hunera Kurdî de bi sekina xwe yê neteweyî û Kurdewarî di nav gel de tê nasîn û her wiha berhemên xwe di çarçoveyeke neteweyî de pêşkêş dike.

RûpelNews - Nizamettin Ariç yek ji wan hunermendên akademîk ên navdar e ku di warê hunera Kurdî de bi sekina xwe yê neteweyî û Kurdewarî di nav gel de tê nasîn û her wiha berhemên xwe di çarçoveyeke neteweyî de pêşkêş dike.

Nizamettin Ariç kî ye?

Sala 1956î li bajarê Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew bi navê "Feqiyê Teyra" tê naskirin. Di sala 1976an ve bi awayekî çalak dest bi karê hunerî kiriye. Sala 1979an ji ber straneke Kurdî ya bi navê "Ehmedo Ronî", bi sûcê propagandaya komunîst û cudaxwaziyê hate darizandin.  Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê, diçe derveyî welat û li Almanyayê bi cih dibe. 

Salên 1980an cara yekemîn albûmên xwe yên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derdixe. Ew di sînemayê de jî çalak e û wekî derhêner û lîstikvan di gelek fîlman de rol girtiye.  Ew her wiha derhêner, lîstikvan û bestekarê fîlmê yekem fîlma metrajdirêj a bi zimanê Kurdî di dîroka sînemaya Kurdî de ye.

Nizamettin Ariç di vê hevpeyvîna taybeta bi edîtorê Rûpelnewsê Dilovan Ali re, bersiva pirsên li ser berhem û tabloyên xwe, rewşa hunerî û siyasî ya li Kurdistanê dide.

 

D. Ali: Huner ji bo te tê çi wate yê? Hunera Kurdî ya îro di çi astî de dibînî?

N. Ariç: Ji bo min huner ne pîşeyek e, şêwazekî jiyanê ye. Loma huner ji bo min ne tercîhek e, lê belê mecbûriyetek e. Hunermendekî rasteqîne nikare bêyî afirandinê bisekine. Carinan mirov diweste, carinan mirov dixwaze bêdeng bibe, lê ew daxwaza hov û xurt a di hundirê te de, te neçar dike ku tu ji nû ve biafirînî. Lewra huner pêdiviyeke ku ji cîhana hundirîn a mirov dertê û mecbûriyeteke jêneneger e.

Dibe ku taybetmendiya herî bingehîn a hunermendbûnê ev be: Dema ku wijdanê mirov bêdeng dibe, huner jî bêdeng dibe. Lê belê heta ku wijdan biaxive, huner jî hilberîn û afirandinê didomîne. Ji bo min huner tu carî tenê xebateke estetîk nebûye. Huner di heman demê de şêwazekî şahidî û berxwedanê ye. Bi taybetî di civakên ku polîtîkayên înkar û çewsandinê lê hene, huner yek ji wan qadên herî girîng e ku hafizeya neteweyekî diparêze.

Her çiqas îro hunera Kurdî xwedî potansiyeleke mezin be jî, di nav zextên giran û parçebûyînê de geş dibe. Ji ber ku neteweya Kurd di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin, hunera Kurdî jî di erdnîgariyeke parçebûyî de hewl dide ku hebe. Tevî vê yekê, ruhê hunera Kurdî pir xurt e. Lewra ev huner ji êş, berxwedan û daxwaza azadiyê ya neteweyekî tê xwedîkirin. Ev ruh, tevî hemû dabeşbûn û parçebûyînan, hîn jî li ser piyan e.

 

"Huner carinan wan rastiyên ku civak naxwaze bibîne jî derdixe holê"

D. Ali: Di van demên dawî de hejmareke mezin ji tabloyên xwe diweşînî, tu dixwazî bi rêya van tabloyan çi peyamê bidî? Bi baweriya te, peyamên te yên bi rêya van tabloyan gihîştine miletê Kurd û cihê xwe girtine?

N. Ariç: Tabloyên min ne ji bo propagandayê ne, ji bo nîşandina rastiyê ne. Carinan wêneyek dikare bi çend sembolan wan tiştên ku meqaleyên dirêj nikarin vebêjin, bîne ziman. Erka hunerê ne razîkirina dilê mirovan e. Huner carinan wan rastiyên ku civak naxwaze bibîne jî derdixe holê. Ji ber vê yekê huner pir caran dikare bibe sedema nerehetiyê. Lê belê hunera rasteqîne jixwe hinekî nerehetker e. Lewra huner mirov neçarî ramanê dike.

Armanca min ne dayîna bersivên amade ye ji bo mirovan. Armanca min ew e ku ez wan vexwînim ji bo raman, nîqaş û lêpirsînê. Ji ber ku civakeke ku lêpirsînê nake, qedera xwe di destê kesên din de dihêle.

 

"Ez rexneya xwe bêyî ku ji terbiyeya huner û hunermendiyê qut bibim, dikim. Lê belê aliyê din, tenê çêr û gefan hildiberîne"

D. Ali: Hinek ji hunermend, nivîskar û xelkê asayî bertekên tund nîşanî tabloyên te dan, gelo vê yekê tu guhertin di baweriyê te de çêkir an jî te ji karê te sar kir?

N. Ariç: Beriya her tiştî, divê mirov zanibe ku ev bertek li ku derê û ji aliyê kî ve tên organîzekirin. Êrîş ji aliyê Apo-PKK-Dem û pêkhateyên wan, saziyên wan û şaxên medyaya dîjîtal a taybet ve tên birêvebirin.

Di dîroka Kurdistanê de ez bi êrîş, reşkirin, heqaret û gefên ku mîna wan nehatine dîtin re rû bi rû me. Salek e ku her parvekirina min, çi muzîk be çi jî wêne be, rastî êrîşên ku ji esalet, edeb û Kurdîtiyê dûr in tên. Ger ez bibêjim vê yekê bandor li min nekiriye, ez ê derewan bikim. Ez hunermendek im ku 45 sal in di sirgûnê de dijîm û her dem di refên herî pêş ên têkoşîna azadiya gelê xwe, welatê xwe, ziman û çanda xwe de min cih girtiye. Ev êrîşên bêhurmet û dijminane ez ji kûr ve birîndar kirime.

Lê ji aliyekî ve jî, ev bertek nîşanî min didin ku hunera min li cihekî ketiye.

Hunermend ne neçar e ku berhemên wisa biafirîne ku her kes jê razî bibe. Hunermend carinan neçar e ku wan rastiyên ku civak naxwaze bibîne, bîne ziman. Ez rexneya xwe bêyî ku ji terbiyeya huner û hunermendiyê qut bibim, dikim. Lê belê aliyê din, ne li ser hunera min û ne jî li ser wan xalên ku ez rexne dikim nîqaşekê dimeşîne; tenê çêr û gefan hildiberîne.

Divê mirov vê bi awayekî eşkere bibêje: Heqaret û gefên we, min ber bi rexneyên hunerî yên tundtir û radîkaltir ve dikişînin. Nexwe, rexneyên li ser estetîk, teknîk, rengên ku hatine bikaranîn û kurguya hunerê, parçeyên xwezayî yên hunerê ne. Ji bo min ne çepiklêdan, lê belê li hemberî wijdanê xwe, hunera xwe û gelê xwe rastbûn girîng e.

 

"Meseleya Kurd pir caran li derveyî vîna rastîn a gelê Kurd, bûye mijara bazarên siyasî"

D. Ali: Tabloyên te yên vê dawiyê bêtir li ser vê pevajoyê ne ku di navbera Baxçelî û Ocalan de dimeşe, wekî hunermendekî Kurd, bi nerîna te armanca vê pevajoyê çi ye?

N. Ariç: Meseleya Kurd herî kêm sed sal in ku bûye yek ji meseleyên herî bingehîn ên Rojhilata Navîn. Lê belê di dirêjiya dîrokê de, ev mesele pir caran li derveyî vîna rastîn a gelê Kurd, bûye mijara bazarên siyasî. Gava mirov li pêvajoyên ku îro tên nîqaşkirin dinêre, pêdivî heye ku mirov hinek nêrîn û nirxandinan bipirse û lêpirsîn bike.

Heke li cihekî parastina meseleya Kurd wekî “neteweperweriya zêde” were pênasekirin û di heman demê de were gotin ku daxwazên Kurdan ên wekî dewlet, federasyon, xweseriya îdarî û heta mafên çandî jî bersiva sosyolojiya civaka dîrokî nadin, hingê bêguman hinek pirs derdikevin holê.

Gelê Kurd bi dehan salan e ji bo çi têdikoşin? We çi soz dabû bi hezaran ciwanên me? Bi kîjan hêviyê derketin çiyan û çima jiyana xwe ji dest dan? Berpirsê canên van ciwan ên ku hatine şewitandin û tunekirin kî ye? Wateya vê têkoşîna qaşo ya ku li ser derew û xapandinên mezin hatiye avakirin, dê çawa were ravekirin? Ez van pirsan ne wekî siyasetmedarekî, wekî hunermendekî dipirsim. Lewra hunermendbûn di heman demê de tê wateya pirsîna pirsên wijdanî.

Tiştê ku bi rastî min dixe nav ramanê, di cîhana hunera Kurdî de kêm nîqaşkirina van pirsan e. Gava nameya bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Ocalan bi Kurdî û Tirkî hat xwendin, hunermend û ronakbîrên Kurd çi fikirîn? Gelo qet reflekseke hunerî an jî lêpirsîneke rexneyî şiyar nebûn? Hunermendbûn ne tenê afirandin e; di heman demê de zindîhiştina wijdana civakê ye.

 

"Îro nêzîkatiyên îdeolojîk, partîzanî û fersendperestî ketine pêşiya hunerê"

D. Ali: Çima hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Kurd li ser rewşa heyî bêdeng in?

N. Ariç: Ji bo vê pirsê bersivek tenê nîn e. Hinek ji ber tirsê bêdeng dimînin. Hinek naxwazin qada xwe ya konforê winda bikin, lewma bêdengbûyînê tercîh dikin. Hinek jî hunerê ji berpirsiyariyê dûr, tenê wekî amûreke şahî û debarê dibînin û dûrmayîna ji geşedanên civakî ji bo xwe ewletir dibînin.

Lê belê îro, li hemberî tiştên ku li ber çavên tevahiya cîhanê diqewimin, pirsa esasî ya ku divê were pirsîn ev e: Hunera Kurdî îro li ku derê disekine?

Gelo li hemberî tunekirina welatê me, mirovên me û çanda me, tenê temaşavanbûn liyaqê hunermendekî ye? An jî ev bêdengî, di bingehê xwe de celebekî pejirandinê ye? Gelo hunermendê tenê yê ku dikare metirsiyên mezin ên tên bibîne ez im?´An jî ewên ku bêdengiyê tercîh dikin, bi rastî jî jîrtir in? Û ya herî girîng: Hûn ê vê bêdengiyê di pêşerojê de ji gelê me re çawa rave bikin?

Îro em dibînin ku hejmareke pir kêm a hunermend û ronakbîran helwesteke rexneyî û bi mesafeye nîşan didin. Gelê me wan dibîne, nas dike û hurmetê nîşanî wan dide.

Lê tiştê herî biêş ev e: Di cîhana hunera Kurdî de, piştgiriyeke hunermendan a li ser siyasetê hema bêje nîn e.

Lê belê hunermend, bi taybetî gava mijar azadiya ramanê û wêrekiya wijdanî be, neçar in ku xwedî li hev derkevin. Mixabin îro nêzîkatiyên îdeolojîk, partîzanî û fersendperestî ketine pêşiya hunerê. Di şûna helwestê de hesab, di şûna wêrekiyê de bêdengî rûniştiye. Ev rewş ne tenê qelsiyeke şexsî ye—ji bo dahatûya hunera Kurdî windahiyek mezin û şermezariyek e.

Kurdistan, yek ji wan erdnîgariyan e ku xwedî dengên herî xurt, rîtmên herî kûr û mirovên herî jêhatî yên cîhanê ye. Lê belê jêhatîbûn, heke li kêleka heqîqetê nesekine, tenê vediguhere qerebalixiyê. Hêza hunerê ji siyasetê mezintir e, lê tenê gava ku ji bo azadiyê were bikaranîn.

Di xala ku em îro li ser disekinin, tenê bi Kurdî axaftin û bi Kurdî stran gotin, tu kesî bi wateya rastîn nake Kurd. Ziman amûrek e; ya diyarker helwest e. Kurdîtiya rasteqîne; hilgirtina berpirsiyariyê ye, bi hişmendiyeke Kurdistanî tevgerîn e, xwedîderketina li êş û dahatûya gelê xwe ye. Hunermendiya rasteqîne jî; hilgirtina rîskê ye, li ber çavan girtina tenêtiyê ye, ne ji bo çepikan, lê ji bo heqîqetê dilsozbûn e. Hunermend an dibe dengê gelê xwe, an jî dibe hevparê sûcê bêdengiyê.

Rêya navîn nîn e. Hunermendê ku îro ji me re lazim e; ne ew e ku di bin siya desthilatdariyê de disekine, ew e ku li kêleka gel disekine, ne rehetî lê heqîqetê hildibijêre, ne yê bêdengiyê, yê ku amade ye berdêla axaftinê bide. Lewra dîrok, ne yên ku bêdeng mane, lê yên ku axivîne, dinivîse. Û sibê, ne yên ku îro bêdeng mane, yên ku îro rîsk girtine dê werin bibîranîn. Ji ber vê yekê divê ev mijar werin axaftin û dê werin axaftin jî.

 

"Civaka me, li şûna ku ji hunermendê rexneger bitirse; divê li hemberî hunermendên xeta navîn (ortayolcî) hestiyar be"

D. Ali: Wek hunermendekî navdar, peyama te ji bo neteweya Kurd û xelkê Kurdistanê çi ye?

N. Ariç: Azadiya neteweyekî tenê bi têkoşîna siyasî nayê bidestxistin. Di heman demê de bi çand, huner û hişmendiyê tê parastin. Mirovekî ku zimanê xwe winda bike, di heman demê de hafizeya xwe jî winda dike. Neteweyeke ku hafizeya xwe winda bike jî, dahatû û hebûna xwe winda dike. Tiştekî girîng ê ku divê civaka me hîn bibe ev e: Divê mirov ji hunermendê rexneger netirse. Tam berevajî vê yekê, hunermendê rexneger ji bo civakê pir bi qîmet e. Lewra rexne, wijdana civakê zindî dihêle.

Civaka me, li şûna ku ji hunermendê rexneger bitirse; divê li hemberî hunermendên xeta navîn (ortayolcî), vasat û fersendperest hestiyar be. Ji ber ku hunermendê rasteqîne ew e ku dikare wijdan û nêrîna xwe ya hunerî li derveyî qalibên îdeolojîk bigire. Hunermendê rexneger, di rastiyê de ew wijdan e ku civakê şiyar dihêle.

 

"Pêdiviya me ya herî zêde; yekîtiya neteweyî, aqil û helwesteke stratejîk e"

D. Ali: Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn diqewimin û rejîma Îranê li ber hilweşînê ye, nerîna te ji bo dahatûya Rojhilatê Kurdistanê çawa ye û peyamê te ji bo gel û partiyên siyasî çi ye?

N. Ariç: Rojhilata Navîn niha di pêvajoyeke veguherîneke mezin re derbas dibe. Hevsengiyên li herêmê bi lez diguherin. Ev serdem hem derfetan û hem jî rîskên mezin di nav xwe de dihewînin. Kurdistan îro tam di navenda hêzên mezin û lîstikên siyasî yên mezin de cih digire. Ji ber vê yekê, ji her demê bêtir pêdiviya siyaseta Kurd bi zanîn, berpirsiyarî û ramana stratejîk heye. Ya herî girîng ew e ku siyasetmedarên li Rojhilatê Kurdistanê, ji ezmûnên baş û xirab yên sed salên dawî dersan derxin.

Biryara têkoşîna bi hev re ya pênc partiyan nirxdar e. Lê belê, kalîte û arasteya van yekîtiyan her tim divê were lêpirsîn. Rastî ev e ku mîna her kesî, ez jî ji hebûna PJAK’a ku bi PKK’ê re peywendîdar e di nav van de bi fikar im. Lê ez bawer dikim ku çar partiyên me yên din jî li ser vê mijarê bi kûrî fikirîne û li hemberî lîstikên muhtemel ên Apo-TC’yê (Komara Tirkiyeyê) tedbîrên xwe girtine.

Nirxandina rast a derfetên dîrokî yên ku derketine pêşiya me, xwedî giringiyeke jiyanî ye. Ez dixwazim diyar bikim ku her dem li kêleka birayên xwe yên Rojhilatî me. Tiştê ku îro herî zêde pêdiviya me pê heye; yekîtiya neteweyî, aqil û helwesteke stratejîk e. Lewra êdî dem teng dibe û ev perçebûyîn êdî nabe ku bêtir bidome.

 

"Netirsin, ji her cûre qalibên îdeolojîk dûr bisekinin"

D. Ali: Şîretên te çi ne ji bo wan ciwanên Kurd ku bi awayekî dixwazin dest bi hunerê bikin?

N. Ariç: Şîreta min a herî girîng ji bo hunermendên ciwan ev e:

Netirsin.

Huner wêrekiyê dixwaze. Ji her cûre qalibên îdeolojîk dûr bisekinin.

Ji çand û dîroka xwe xwedî derkevin, lê di heman demê de ji cîhanê re jî vekirî bin.

Lewra hunera bi hêz; hem ji rehên xwe dertê û hem jî zimanekî gerdûnî ava dike.

Û ji bîr nekin: Hunermendbûn, ne tenê afirandin e- di dema pêwîst de li ber çavan girtina tenêtiyê ye.

Parve bike: