Danasîna pirtûka Guhdar D. li Amedê tê kirin
RûpelNews - Yekem berhema Doktor Delyadil, bi navê Guhdar D., ji aliyê Weşanên DOZê ve meha Adarê hatibû weşandin. DOZê da zanîn ku ew ê derbarê vê berhemê de çalakiyek li dar bixin.
Çalakiya danasînê 4ê Nîsanê, li Qonaxa Îskender Paşa ya navçeya Surê, di navbera saet 15.00-17.00an de pêk were.
Di çalakiyê de bi moderatoriya rojnameger Ömer Faruk Baran dê gotûbêjek bê kirin û piştre jî Delaydil berhema xwe îmze bike.
Naveroka Guhdar D.
Naveroka vê berhemê ji mektûbên dijîtal pêk tê ku van salên dawî di Perxudres Podcastê de hatibûne weşandin. Berhema ku 13 mektûb di nav xwe de dihewîne, bi pêşgotina rojnameger Ömer Faruk Baran dest pê dike.
Herwiha di nivîsa paşbergê de jî Baran wisa behsa naveroka berhemê kiriye:
Guhdar D. bi van mektûbên xwe, kaosa bajarekî ye, hizûr û honikiya berêvareka havînê ye li ber golekê, fotografek e ku piştî bi dehan salan dema barkirina kitaban hatiye dîtin, qehrek e, xuşexuşa hêsiran e ku çem jê ditirse, şabûneka dilşikestî ye, gramereka şaş e bi gotinên rast, hebeka serêşê ye û wer şiîrek e ku xwe li herfên xwe rakişandiye.
Xwendevanên ku bixwazin mektûbên berhemê bi deng guhdarî bikin, dikarin bi rêya QR koda ku li paşbergê hatiye bicihkirin, vê taybetmendiyê bikar bînin.
Delyadil kî ye?
Delyadil di 21ê Adara 1990î de li navenda Amedê hatiye dinê. Bi gotina xwe, ew xwediyê keçek û kûçikekî ye. Ji sala 2014an ve li Diyarbekirê doktoriyê dike; 2023an jî dest bi doktoriya onkolojiyê kiriye.