Li Berlînê danasîna bajarê Amedê hate kirin
RûpelNews - Amed di Pêşangeha Geştyariyê ya Navneteweyî ya ITB Berlînê de, ku yek ji saziyên geştyariyê yên pêşeng ên cîhanê ye, bi rêya standeke taybet a ku hatibû vekirin, ji pisporên geştyariyê yên navneteweyî re hate danasîn.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbakırê (DTSO) Mehmet Kaya, Seroka Meclîsê Nevîn Îl û gelek karbidest û karsazên DTSOyê beşdarî pêşengehê bûn. Seroka Meclisa DTSOyê Nevîn Îlê diyar kir ku wan li pêşengehê derfet dît ku mîrateya dîrokî û çandî û potansiyela veberhênanê ya Amedê bigihînin cîhana geştyarî û karsaziya navneteweyî.
Beşdariya navneteweyî di pêşangehê de zêde bû
Pêşengeh di navbera 3-5ê Adarê de hate lidarxistin. 5 hezar û 600 kompanî beşdarî pêşengehê bûn. Nêzîkî 100 hezar kesan serdana pêşengehê kir in.
Pêşangeh, ku wek yek ji civînên mezin ên cîhanî yên sektora geştyariyê derdikeve pêş, mazûvaniya peyman û biryarên kirînê yên bi nirxê nêzîkî 47 milyar Euroyî dike. Rayedarên DTSOyê tekez kirin ku pêşangeh ji bo hevkariyên geştyariya navneteweyî û derfetên veberhênanê platformeke girîng e.