TR KU AR
FB X IG
Cîhan

DAISê li Kerkûkê 5 kes revand kesek jî kust

📅 27 tebax 2020 10:11

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê do, li nahiyeya Xaneqînê ya Kerkûkê kesek kuştin û 5 kes jî revandin.

Li gor berpirsê binkeya asayîşa Kulecoyê Şemal Ebdulrehman diyar kir, “Êvara roja çarşemê terorîstên rêxistina DAIŞêli nahiyeya Xaneqînê xaleke kontrole danîne û gelek otomobîl li ser rê sekinandine. Herwiha çekdaran kesek kuştine û agir jî bi otomobîlekê xistine. Herwiha du kesên birayên hevdu bi navên Saman, Luqman jî revandine.

Li aliyê din Rêveberê Polîsê Xaneqînê Emîd Azad Îsa destnîşan kir, DAIŞê li Xaneqînê 3 cotkar revandine û êvara îro bi giştî DAIŞê 5 kes li nahiyeya Xaneqînê revandine.

Parve bike: