TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Civîna Mesûr Barzanî bi partiyên Turkmenî re dest pê kir

📅 22 hezîran 2019 11:54

PeyamaKurd - Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi 9 alî û partiyên Turkmen li Hewlêrê destpê kir, ku ew xwedî 4 kursiyên Parlemana Kurdistanê ne.

Li gor zanyariyên berdest, tevî ku ew aliyên Turkmenî posta Cîgirê Serokê Parlemanê wergirtine, lê di civîna îro de daxwaza postên nû di kabîneya nû de dikin.

Piştre Mesrûr Barzanî bi Bereya Turkmenî ku xwediyê kursiyeke Parlemanê ye dicive. Di dirêjahiya civînan de, Mesrûr Barzanî îro bi Hevpeymaniya Netewî ya Kiristiyanî ku xwediyê 3 kursiyên Parlemanê ye re dicive. Di dawiyê de jî Mesrûr Barzanî bi her yek ji Tevgera Aşûrî û Encûmena Gelê Kildan re dicive.

Parve bike: