CHP jî pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê îmze kir
RûpelNews - Pêşnûmaqanûna ku wekî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hate amadekirin, ji partiyên siyasî re hatiye şandin û pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Piştî AK Partî, MHP, DEM Partî û HUDA PARê CHP jî îro pêşnûmaqnûn îmze kir.
Berê hatibû ragihandin ku, li gorî biryareke Komîteya Rêveber a Navendî ya CHPê, endamên Koma Parlamenter a CHPê û Komîsyona Destûrî dê pêşnûmaya qanûna çarçoveyê jî îmze bikin.
Koma Parlamenterî ya CHPê, piştî ku pêşnûmeqanûn îmze kir, diyar kir ku ew piştgiriya siyaseta demokratîk dikin û wiha hat gotin:
"Bila gelê me xem nexwe. Di dema nîqaşên li ser pêşnûmeqanûnê de, hem di Komîteya Dadê de hem jî di Rûniştina Giştî de, em ê bi biryardarî hemû wan xalan biparêzin ku em ji bo xurtkirina aştiya civakî, serweriya hiqûqê, têgihiştina siyaseta demokratîk û paşeroja hevpar a neteweya me pêwîst dibînin."