TR KU AR
FB X IG
Cîhan

CENTCOM: 3 leşkerên me hatin kuştin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 adar 2026 15:11
Amerîkayê ragihand ku, di êrişeke Îranê de 3 serbazên wan canê xwe ji dest dane.

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê X yê Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) hat weşandin, hat ragihandin ku 3 leşkerên amerîkî hatine kuştin, 5 leşker bi giranî birîndar bûne û hejmareke mezin a leşkeran jî bi sivikî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Operasyonên şer ên berfireh berdewam in û hewldanên me yên mudaxeleyê didomin. Ji ber ku rewş hîn ne diyar e, ji bo rêzgirtina ji malbatan re, em dê heta 24 saetan piştî agahdarkirina malbatên wan, ti agahiyên din, tevî nasnameyên şehîdan, eşkere nekin."

Di heman demê de, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, "Wekî encama êrîşa li ser hedefên dijmin, keştiya hewayî ya Hêzên Deryayî yên DYAyê 'Abraham Lincoln' bû hedefa çar mûşekên balîstîkî."

Nayê zanîn ka gelo leşkerên amerîkî yên navborî di vê êrîşê de hatine hedefgirtin an na.

 

Parve bike: