TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Çend çalakvanên Greenpeace xwe bi tankêra Rûsya ve zincîr kirin

📅 25 nîsan 2022 22:16

PeyamaKurd – Aktîvîstên Greenpeace ji bo êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê protesto bikin, li Norweçê tankêra Rûsyayê ya ku petrolê hildigirt, xwe bi tankêrê ve bi zincîrê girêdan. Çalakvanên Greenpeace yên dinyayê gelek caran tevgerên weha dikin.

Li gor doneyên şopandina keştiyan ya bi navê Marine Trafficê; tankêra Rûsyayê ya bi navê Ust Luga yê ji payîtexta Norweçê ji Oslo 70 km dûr ber bi başûr de, li derveyê termînala petrolê ya Salgenê ku ya şîrketa Exxon Mobilê ye, rawestiyaye û tevger li wê derê çêbûye.

Greenpeace ê ragihand ku bi tekneyekî biçûk xwe nêzî tankêra Rûsyayê kirine ku texmînî tê de 95 hezar ton petrol heye û ji bo nehêlin tanker petrola xwe vala bike, xwe pê ve zincîr kirine. Serokê Greenpeace yê Norwecê Frode Pleym li ser mijarê ragihandina xwe weha kir:

“Petrol ne tenê bingeha krîza kêşûhewayê lê her weha bingeha şer û dijberiya ye. Ez şaş mam ku lîmana Norwecê ji bo petrolê ciyekî serbeste û fînansa şerê Putin dike.”

Çalakvanên Greenpeace xwestin ku kirîna petrolê ji Rûsyayê qedexe bikin û ji şîrketa Esso yê ya Norwecê xwestin ku peymanên bi Rûsya re yên di petrolê de kirine betal bike.

Parve bike: