Cemil Bayik: Eger gavên demokratîk neyên avêtin pêvajo dê raweste
RûpelNews - Rêveberê PKKê Cemil Bayik derbarê pêvajoya aştiyê de fîkr ûı bendewariyên xwe anî ziman.
"Eger gavên demokratîk neyên avêtin, pêvajo dê raweste"
Bayik bal kişand ser girîngiya gavên demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî û tekez kir ku eger gavên demokratîk neyên avêtin, pêvajo dê raweste.
Bayik li ser proseyê ji ANF re axivî û wiha got:
"Demokrasî dikare bibe sedema çareseriya pirsgirêka kurd. Bi derxistina vê qanûnê, hikûmet vê yekê bi awayekî veşartî qebûl dike. Eger ev pêvajo bi rêbazên demokratîk neyê pêşxistin, ew ê raweste û hikûmet dê berpirsiyarê vê yekê be. Me her carê diyar kiriye ku ev pêvajo ne tenê li ser bêçekbûnê ye. Girîng e ku gavên demokratîk ên ji bo pêkanîna vê bêçekbûnê pêwîst in, bên avêtin. Ji ber ku bi danîna çekan mirov dikare gavekê bavêje qada siyasî ya demokratîk."
"Divê rewşa rêveberan were zelalkirin"
Bayîk diyar kir ku di yasaya çarçoveyê de dexilnekirina rêvebiran pirsgirêkeke girîng e, û wiha got:
"Rastiya ku serokatî û hejmareke berbiçav a kadroyên ku di çalakiyên cuda de cih digirin ji qanûna çarçoveyê tên derxistin, pirsgirêkeke cidî ye. Divê ev pirsgirêk ji bo çûna Tirkiyeyê jî were çareserkirin. Heke pirsgirêk were çareserkirin, divê rewşa derbarê Rêber Apo û serkirdayetiyê de were zelalkirin."
"Ji bo aştiyeke mayînde, divê hebûn û zimanê kurdan bê nasîn"
Bayîk tekez kir ku parlamento di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî roleke girîng e û wiha axivî:
"Naskirina hebûna kurdan, ziman, çand, vîna siyasî û mafên wan ên rêvebiriya herêmî pêwîst e di destûr û yasayê de bê nasîn heta ev neyên pêkanîn, aştiyeke mayînde pêk nayê."