TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Caferî: Terorîstên girêdayî Erdogan Sûriyê dagir dikin û gelê wê jî red dikin

📅 24 mijdar 2019 19:25

PeyamaKurd - Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî, di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên ‎Yekbûyî (KENY) de got, 'Komên terorîst ên girêdayî Erdogan, bi navê herêma ewle gelên li ‎navçeyên Sûriyê red dikin û herêm dagir kirin.'

Beşar El-Caferî‎ da zanîn, destûra pêşeroja Sûriyê diyar dike ku milkê gel e û gel dest ji milkê xwe bernade û derbarê Komîteya Destûrê de jî ku hevdîtinên wê ‎berdewam in wiha got:

"Gelê Sûriyê li bendê bûn ku kar û xebatên komîteyê di qonaxeke maqûl û hêmin de ‎birêve biçin. Lê hinek aliyên navdewletî û yên li herêmê ji xebatên komîteyê man ecêbmayî. Mixabin ‎dewleta Tirkiyê axa Sûriyê dagîr kir, piraniya gelê Sûriyê kuşt û zêdeyî 180 hezar kes jî koçber kir. ‎Komên terorîst ên girêdayî Erdogan, bi navê herêma ewle gelên li navçeyên Sûriyê red dikin ‎û ‎herêm dagir kirin. Divê diyalog di çarçoveya hiqûqa navdewletî û metotên girêdayî wê de bê kirin.”‎

Caferî li ser destpêkirina kar û xebatên komîteya destûrê de jî da xuyakirin, "Sedema krîzê, terorîzma ‎navdewletî ye ku Sûriyeyê wek armanceke siyasî bikar tîne û hedefa wê guhertina nexşeya jeolojîk a ‎herêmê ye. Gelên Sûriyê dagirkirin, DAIŞ û rêxistinên terorê yên wek El Nusrayê red dikin."

Parve bike: