Jiyan
Brîtanya û Rûsya hindek mabû ku li hev bixin
PeyamaKurd- Hêzên hewayî yên Brîtanyayê bo rawestandina balafirên Rûsya yên ku nêzî seha hewayî yên Brîtanya ne, balafirên xwe yên Eurofighter Typhoon bi hewa xistin.
Balafirên Rûs yên bombebaranê dema nêzî seha hewayî ya Brîtanyayê bûn, alarm hat dayîn. Jetên Brîtanya ku bi hewa ketin, ber bi balafirên Rûsyayê ve çûn. Germahiya navbera her dû aliyan zêde nebû û balafirên Brîtanya bi paş de hatin baregehên xwe.