Brîtanya: Divê Pasdarên Îranê wek rêxistineke qedexekirî bê îlankirin
RûpelNews - Brîtanya amadekariyê dike ku Pasdarên Îranê li lîsteya xwe ya rêxistinên qedexekirî dexil bike û ji bo vê hikûmet serî li parlamentoyê da. Eger ev daxwaw di parlemntoyê de bê pejirandin, artêşa Îranê ango Pasdarên Îranê dê bibe rêxistineke qedexekirî.
Wezîra Dewletê ya Ewlehiyê li Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê Angela Eagle di daxuyaniyeke nivîskî de ji Parlamentoyê re diyar kir ku gav hatine avêtin da ku Pasdaranê Şoreşa Îranê, Koma Dildaran a girêdayî Rêveberiya Sereke ya Îstixbaratê (GRU) ya Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê û koma bi navê Tevgera Îslamî ya Hevalên Rastê (IMCR) ku tê nirxandin ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, li lîsteya rêxistinên qedexekirî were zêdekirin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku Pasdarên Îranê ne tenê hêzeke leşkerî ne, di heman demê de çalakiyên îstixbaratî jî dimeşînin, komên wekalet bi kar tînin û operasyonên cuda pêk tînin. Hat ragihandin ku Pasdarên Îranê li ser xaka Brîtanyayê gef li mirovan dixwe.