Biro: Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdan wê karên gelek giring bike
Peyamakurd - Endamê Polîtbûroya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku Nêçîrvan Barzanî hem weke endamekî malbata Barzanî û hem jî weke kesayet xwedî tercrûbeyeke girîng e û ew bawer in ku di xurtkirina peywendiyên Kurdan ên li gel tevahiya aliyan de rolekî girîng bilîze.
Îbrahîm Biro ji medya Kurdisanê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî xwedî tecrubeyeke mezin a siyasî ye û di karê Serokatiya Herêma Kurdistanê de dê bikare bi erkekî gelek mezin rabe, ji ber ku karên giring dê li pêşiya cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî hebin, hem li ser asta Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve, ji aliyê aborî ve, ji aliyê aramî ve û him jî li ser asta Iraqê bi giştî, ku îro gelek pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene, bi taybetî jî li ser deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Biro herwiha diyar kir: “Kak Nêçîrvan dê bikare bi şexsiyeta xwe ya karîzma karekî gelek giring ji bo miletê Kurd bike.”
Endamê Polîtbûroya Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê Îbrahîm Biro destnîşan kir ku "karê sereke ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji cenabê Kak Nêçîrvan tê xwestin, em weke Kurdistanî dizanin weke çawa cenabê Serok Mesûd Barzanî dikaribû çavdêriya hemû aliyên Kurdistanî bike, ew hêvî li ser cenabê Kak Nêçîrvan jî hene, ku dikaribe li gor îmkanên xwe û li gor derfeta ku di destê wî de hebe, ji bo aliyên din ên Kurdistan