TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Bila mesrefa Amerîka ya li Sûriyê Qatar bide

📅 26 nîsan 2018 17:04

PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Erebistana Si’ûdî  Adil El Cubeyr got ku divê dewleta Qatarê mesrefa Amerîka ya li Sûriyê bide ji bo ku ne ji Amerîka be, wê rejîma Qatarê di nava yek hefteyekê de biroxe.

El Cubeyr weha dewam kir: “ Eger Amerîka baregeha xwe ya li Qatarê rake, wê rejîma Qatarê di nava hefteyekî de bikeve. Bila mesrefa Amerîka ya li Sûriyê Qatar bide.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina bi serokê Fransayê bi Macron re di hevdîtina xwe de gotibû ku di nava 18 salan de, li rojhilata navîn 7 trîlyon dolar pere serf kiriye û eger li rojhilata navîn parastina wan neke, wê hinek dewlet di nava yek hefteyekî de biroxin.

Parve bike: