Rojhilata Navîn
Şandeya Îranê ji bo peymana bi Amerîkayê re çû Qatarê
Şandeyeke payebilind a ji Îranê ji bo gotûbêjkirina egera peymaneke ligel Amerîkayê serdana Qatarê kir û li vir dest bi hevdîtinan kir.
RûpelNews - Serokê Şandeya Guftûgoyê û Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Abbas Eraqçî ku di şandeya Tahranê de cîh digirin çûn Doha ya Qatarê.
Rayedarekî ku ji Reutersê re axivî behsa serdanê kir û got: "Di hevdîtinên vê serdanê de mijarên sereke Tengava Hurmuzê û bikaranîna uranyum a Îranê ê bibe."
Hat ragihandin ev serdan wek berdewamiya hevdîtinên din ên ku bi navbeynkariya Pakîstanê bi mebesta bidawîkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê tê destnîşankirin.
Ji hêla din ve di şandeya Tahranê de cîhgirtina Serokê Bankaya Navendî Abdulasir Himmet jî wek nîşaneya gotûbêjkirina mijara sermayeya Îranê ya ku di lîsteya Amerîkayê de wek sizakirî ye tê dîtin.