TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bi fermana Serokwezîr ji milyonek dolarî zêdetir alîkarî ji bo dibistanan hat dabînkirin

📅 08 berfanbar 2021 14:33

PeyamaKurd – Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji milyonek dolarî zêdetir ji bo pêdiviyên dibistanan hat dabînkirin.

Wezareta Perwerdeya Kurdistanê diyar kir, bi fermana Serokê Hikûmeta Kurdistanê milyarek û 500 milyon dînar (zêdetirî milyonek dolar) ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanan yên mîna mask, kursî, laptop, sobe û çend tiştên din hatiye dabînkirin.

Wezaretê eşkere kiriye, piştî dabînkirina pêdiviyan, wê li dibistanên seranserî Kurdistanê were parvekirin.

Parve bike: