Çand û Huner
Ji bo zarokan berhema navên kurdî derket
Pirtûka bi navê “Navên guncan ji bo zarokên kurdan” ji Weşanxaneya Peywendê weşiya û di nav refên pirtûkên kurdî de cihê xwe girt.
RûpelNews - Berhema ku bi armanca asankirina navlêkirina zarokan bi kurdî hatiye amadekirin piştevanek e ji bo dê û bavan. Pirtûk bi keda salan di encamê xebateke hûr û kûr de temam bûye û gihîştiye ber destê xwendevan.
Navên ku di berhemê de hene bi mînakên xwe yên di klasîkên kurdî yên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û hwd. de têne dayîn. Rêzika ku nav tê de derbas bûye hatiye nivîsandin.
Jêder û maneya navan ji çavkanî û ferhengên kurdî, farisî û herwiha erebî hatiye derxistin. Eger çîroka navekî hebe ew hatiye dayîn.