Şakara Goethe 'Dîwana Şerq û Xerbî' cara pêşîn bi kurdî derket
RûpelNews - "Dîwana Şerq û Xerbî" yek ji stûnên bingehîn ên edebiyata cîhanê ye û ji dîroka ku hatiye çapkirin vir ve cîhê xwe yê mustesna diparêze. Berhem bi form, muhtewa û zimanê xwe di kanona edebiyata Ewropayê de wekî yekane kitêb tê qebûlkirin ku di navbera du cîhanên ji hev cihê yên “şerq” û “xerb”ê de pirekê ava dike.
Ji ber vê taybetmendiya kûr, rexnegir Eric Ormsby vê pirtûkê di vê sedsalê de wekî berhemeke şoreşger bi nav dike.
Piştî 200 salan bi 'durrê lîsanê kurdî' olan dide
Ev berhema navdar ji sala 1819’an vir ve bi gelek zimanên pêşeng ên cîhanê yên mîna Îngilîzî, Fransî û Çînî hatibû weşandin.
Bi vê çapa nû re, cara ewil e ku wergera kurdî ya vê berhema kamil, cihê xwe li kêleka wergerên zimanên din ên cîhanê digire. Dîwana Goethe vê carê bi wergera Abdullah Încekan û bi "durrê lîsanê kurdî" olan dide.