TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Berdevkê AK Parti: Sivikatiya li jinên kurd nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 hezîran 2026 10:55
Berdevkê AK Parti Omer Çelik ji ber sivikatî li jinên Kurd kir bertek nîşanî karsazê navdar ê Tirkiyeyê Rahmi Koç da. Çelik bang li Koç kir ku ji jinên Kurd lêborînê bixwaze.

RûpelNews - Karsazê navdar ê Tirkiyeyê Rahmi Koç li Îzmîrê dema beşdarî vekirina merasîma nexweşxaneyekê bû der barê jinên Kurd de xwedegiravî pêkenokekê kir û gotinên wî di civak û siyaseta Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûneke mezin.

Berdevkê AK Parti Omer Çelik ji ber gotinên giran û sivkatî Rahmi Koç şermezar kir û bang li wî kir ku lêborîna xwe ji jinên Kurd bixwaze.

Çelik di hisaba xwe ya medyaya civakî de der barê mijarê de daxuyaniyeke wiha belav kir:

"Em hemû gotinên ku sivikatî tehde li jinan dike red dikin û şermezar dikin. Divê gotinên der barê jinan de di çarçoveya rêzgirtinê de be. Divê gotinên dibin sedema tehde, sivikatî ku hemû xelet in meriv xwe jê dûr bixe. Nabe gotina 'Jinên kurd' û gotina sivikatî bi hev du re bê gotin ev li dijî nirxê me ye. Ev gotinên dilê welatiyên me Kurdan û me hemûyan êşand nayê qebûlkirin em bi temamî red dikin. Lêborînxwestin jî nîşaneya rêzgirtinê ye. Divê hemû kes li ziman û gotinê xwe baldar bin."

 

 

Parve bike: