TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Berdevkê AK Partiyê li ser pêşnûmaqanûnê: Destpêkeke nû ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 tebax 2026 17:43
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê pêşniyara pêşnûmaqanûna bo pêvajoya aştiyê de got: "Ev pêngav dê bibe destpêkeke nû. Di qonaxa duyemîn de dê pêkan bibe ku gavên mezin ên ji bo demokrasiya me bên avêtin."

RûpelNews - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik piştî civîna Lijneya Rêveber a Navendî ya AK Partiyê derbarê mijarên rojevê de daxuyanî da.

Çelik pêşnûmaqanûna bo pêvajoya aştiyê ku pêşkêşî parlementoyê hat kirin wekî gaveke girîng bi nav kir û diyar kir ku ev pêngav dê destpêka serdemeke nû be û wiha got:

"Ev dê bibe wesîleya rûpeleke nû ji bo paşeroja me. Gava ku metirsiya terorê ji holê rabe, dê atmosferek ku dê qada demokrasiyê berfireh bike, dê her kesî hembêz bike. Pêngava ku îro tê avêtin dê bibe destpêk. Armanca me civakeke şaristanî ye ku ji çek û tundûtûjiyê azad be. Di qonaxa duyemîn de gava ku ev bar ji ser demokrasiya me rabe, dê mimkun be ku ji bo demokrasiya me gavên mezin bên avêtin."

"Piştî piştraskirinê yasayê dê bikeve meriyetê"

Çelik diyar kir ku bi biryara ku ji aliyê Encûmena Ewlekariya Neteweyî ve were girtin pêşnûmeyasa dê bibe qanûn û were cîbicîkirin. Çelîk wiha aixvî: "Rêxistina terorê ya PKK/KCK, tevî hemû şax û şaneyên xwe, dê çekên xwe deyne. Ev yek dê were piştrastkirin. Ev yasa dê piştî pejirandina biryara Encûmena Ewlekariya Neteweyî bikeve meriyetê. Dê komîteyek ji bo çavdêriya vê yekê hebe. Wekî din, komîteyeke çavdêriyê di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de dê çavdêriya tevahiya pêvajoyê bike. 

"Helwesteke dîrokî"

Çelik amaje bi danûstandinên li ser danîna çekan û xebatên yasayî kir û got, "Sazkirina çarçoveyeke yasayî xwedî girîngiyeke mezin e. Niha eşkere bûye ku dê piştgirî ji nêzîkatiya danîna çekan re were kirin. Ev nêzîkatiyeke dîrokî ye. Nêzîkatiyên ku heta niha hatine şopandin, bi ti tiştê ku li cîhanê li cihekî din hatiye dîtin re nedişibin hev. Çarçoveyeke ku ji bo danîna çekan garantiyên yasayî peyda dike, niha derketiye holê. Ji perspektîfa dîroka Komarê ve, ev xaleke tarixî ye, ku ji bo ji holê rakirina rêxistina terorîst bingeheke zexm datîne."

"Pêdivî bi aliyekî sêyem nîn e"

Çelik tevlêbûna welatekî sêyem di çareseriya pirsgirêka Kurd de wekî "pûç" bi nav kir û wiha got:

"Em her tim li dijî fikra destwerdana 'aliyekî sêyemîn' derketin. Li hin welatên ku şer lê heye, dibe ku aliyekî sêyemîn pêwîst be. Lê dema ku mirov li 86 milyon mirovan dinêre, fikra ku aliyekî sêyemîn bikeve navbera Tirk û Kurdan, bêaqilîyeke tam e. Perspektîfa me ya neteweyî ji aliyê hemû welatiyên me ve  ango her 86 milyon kes tê temsîlkirin. Ev peyameke zelal e ku em dikarin karûbarên xwe bi vîna xwe ya azad çareser bikin. Me ji wan kesên ku dixwazin wek 'aliyê sêyemîn' destwerdanê bikin re got, 'Pêdiviya me bi we nîne; em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.' Me ew peyam ragihand ku em dikarin karûbarên xwe bi xwe çareser bikin."

 

 

 

Parve bike: