Bêhna barûtê kêm nabe: Êrişên Îran û Amerîkayê meydana şer germ kiriye
RûpelNews - Di daxuyaniya xwe de, CENTCOMê destnîşan kir ku şeva 12emîn a operasyonan bi dawî bûye, û ragihand ku şiyana deryayî yên Îranê, binkeyên depokirina mûşek û firokeyên bêmirov, sîstemên çavdêriya peravê û hebûnên parastina hewayî hatine kirin hedef. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrîşan kêmkirina şiyana Îranê ya ji bo gefxwarina li keştiyên bazirganî û çûnûhatina deryayî ya sivîl bû.
Medyaya Îranê behsa êrişan kir
Di vê navberê de, televîzyona dewleta Îranê ragihand ku balafirên şer ên Amerîkayê li ser navçeya Kunarek a parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê hatine dîtin, û ku dengê teqînan li herêmê hatiye bihîstin. Di nûçeyê de derbarê armanca êrîşê an jî ti windahiyeke muhtemel a can an mal û milk de ti agahî nehat dayîn.
CENTCOMê her wiha ragihand ku operasyonên li Tengava Hurmizê berdewam dikin, neh keştiyên bazirganî yên ku hatibû ragihandin ketine an ji benderên Îranê derketine, hatine vegerandin, û yek keştî ji xizmetê hatiye derxistin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn bi cih bûne.