TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Barrack bi Fidan re civiya: Gelek armancên me yên hevpar hene

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 12 hezîran 2026 14:46
Hakan Fidan û Tom Barrack li Enqerê civiyan. Piştî civînê Barrack ragihand, "Wekî hevalbendên xurt ên ku gelek armancên hevpar parve dikin, hevkariya DYA-Tirkiyeyê encaman bi dest dixe."

RûpelNews - Wezîrê Derveyê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Serokatiyê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve li ser hesabê wan yê Xê derbarê hevdîtina li Enqerê de agahiyek hate parvekirin.

Barrack, li ser vê parvekirinê, li ser hesabê xwe yê şexsî ev daxuyanî da:

"Hevdîtineke berhemdar bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan re beriya lûtkeya NATOyê ya li Enqerê... Wekî hevalbendên xurt ên ku gelek armancên wan ên hevpar hene, hevkariya DYA-Tirkiyeyê encaman bi dest dixe."

Parve bike: