TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ligel Tom Barrack civiya

📅 08 îlon 2026 18:09
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ligel Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack û Endamê Civata Nûneran a Amerîkayê Darrell Issa hevdîtin kir.

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan bi Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack û Endamê Civata Nûneran a Amerîkayê Darrell Issa re civiya.

Di daxuyaniyekê de ji aliyê Wezareta Tirkiye ve wiha hat gotin: "Wezîrê me, Hakan Fidan, li Enqerê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Serokatiyê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack û Endamê Civata Nûneran a Amerîkayê Darrell Issa kir."

Heta niha derbarê naveroka hevdîtinê de ti hûrgilî nehatine dayîn.

 

Parve bike: